“Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x) — ABNA — ‘Emel Şebîb’, nûçegihana beşa erebî ya Tesnîmê, di vî vîdyoya şîrovekarî de, bi amajeya bi raporta dawî ya kovara amerîkî ‘The Atlantic’ ya têkildarî aliyên nebihîstî û veşartî yên şerê ferzkirî yê Amerîka û rejîma sîyonîst li dijî Îranê, sedemên dûrketina (xwekêşana) Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, ji qebûlkirina têkçûna di şerê li dijî Îranê de li ber çavên cîhanê, şîrove dike.”
Kovar-a amerîkî “The Atlantic” di raporteke nû de, hin aliyên şerê bi Îranê re eşkere kirine ku berê ji aliyê Pentagonê ve nehatibûn ragihandin.
Di vê raportê de hatiye gotin ku şerê bi Îranê re ti guhertin di hevsengiyên stratejîk ên vê dosyeyê de çênekiriye, lê Washington hîn jî naxwaze têkçûnê qebûl bike. Nirxandina saziyên îstixbaratî yên Amerîkayê jî bi zelalî nîşan dide ku pêla nû ya êrişên Amerîkayê li dijî Îranê, bandoreke zêde li ser guhertina helwest û siyaseta Îranê nekiriye. Lê di vê şîroveya niha de, li şûna ku ev pirs were kirin ka “gelo Amerîka li hember Îranê têk çûye an na?”, ev pirsa sereke derdikeve holê: “Çima Amerîka şerekî didomîne ku dizane di dawiyê de dê tê de têk biçe?”
Li gorî raporta The Atlantic, rêveberiya Trump bêyî ragihandineke fermî, bêyî hevahengiya bi Kongreyê re, û heta bêyî bidestxistina piştgiriya navxweyî yan navneteweyî û bêyî tu nexşeyekê bo derketina ji qeyranê, ket şerê li dijî Îranê. Yek ji efserên leşkerî yên berê yên Amerîkayê di vî warî de bi eşkereyî gotiye: “Em di şerekî de asê man ku me bi xwe dest pê kir û em ketine kemîna ku me bi xwe çêkir.” Ew bawer e ku ev ne Amerîka ye ku bi Îranê re di şer de ye, belkî Amerîka bi navê hin welatên din bi Îranê re şer dike.
Li gorî vê raportê, rêveberiya Trump tenê du bijarde li ber xwe dibîne:
-
Ya yekem: Zêdekirina aloziyan tevî metirsiya kuştina hejmareke zêdetir ji leşkerên amerîkî, kêmkirina tund a depoyên cebilxaneyan û qelskirina pozîsyona Komariyan di hilbijartinên navdewrî de.
-
Ya duyem: Paşvekişîn di şert û mercên niha de ji bo kêmkirina xisarên siyasî, ku bêguman hilbijartina vê bijardeyê dê Îranê di pozîsyoneke stratejîk û bihêztir de li gorî her demeke din di çend dehsalên dawî de li herêma Rojavayê Asyayê bi cih bike.
Helbet li vir nakokiyeke eşkere heye; Amerîkayê riya yekem hilbijartiye, tevî ku dizane riya duyem mentiqîtir e. Heta kesên nêzîkî Trump jî mukur tên ku ew di şerê bi Îranê re ketiye qefezekê (bêrêyekê). Kanala Fox Newsê jî, ku Trump bi gelemperî helwestên wê wekî nêrîna raya giştî ya Amerîkayê dibîne, îhtimala derketina Amerîkayê ji vî şerî aniye ziman. Lê Trump bi şexsî israr dike ku şer bidomîne; ne ji ber ku planeke wî ya diyar heye, belkî ji ber ku naxwaze têkçûna xwe ya li hember Îranê qebûl bike û ev jî nakokiya duyem e: Amerîka şerê bi Îranê re didomîne, ne ji bo bidestxistina serkeftinê, lê ji bo revîna ji rûreşî û qebûlkirina têkçûnê.
Raporta vê kovara amerîkî, kûrtirîn nakokiyê jî eşkere dike. Rêveberiya Trump dixwaze lêçûna her cure astengiyekê di hatûçûna deryayî ya Tengava Hurmuzê de li ser Îranê giran bike. Di heman demê de, Îran dixwaze lêçûna hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê zêde bike. Şiroveya niha dibêje Amerîka hewl dide Îranê di vî şerî de bide westandin, lê ji bîr dike ku ew bi xwe bi lezeke zêdetir di qonaxa hilweşînê de ye. Ev şer heta vê gavê zêdetirî 37 milyar dolaran ji Amerîkayê re xerc kiriye; hejmareke ku 8 milyar dolar ji texmînên berê zêdetir e û bi berdewamiya şer re, asta lêçûnan dê hîn zêdetir bibe. Hegseth, wezîrê şer ê Dewletên Yekbûyî, îdîa kiriye ku dorpêça li dijî Îranê mayînde û bibandor e, lê di heman demê de mukur hatiye ku Tehran beşek ji şiyanên xwe di bin erdê de veşartiye.
Nakokiya sêyem li vir e ku Amerîka bi milyaran dolaran xerc dike, depoyên xwe diwestîne û leşkerên xwe winda dike, lê li hemberî wê, nîzama Îranê hîn li ser piyan e û berxwe dide û dibe ku ji beriya şer bihêztir jî bûye.
Nirxandinên Amerîkayê nîşan didin ku Îran bi tu awayî helwesta xwe neguherandiye û êriş û bombebaranên berfireh di şerê 40 rojî de ji bo Amerîkayê tu destkeftiyek bi xwe re neaniye. Rêveberiya Trump vê rastiyê dizane, lê dîsa jî şer didomîne. Lê çima?
Ji ber ku amerîkî difikirin ku eger hîn jî hêviyê bikin, dibe ku bigihîjin encamên baştir. Lê rayedarên leşkerî yên Amerîkayê bawer dikin ku “hêvî” nexşeya stratejîk nîne. Bi rastî pirsa rasteqîn ne ew e ku gelo Amerîka dê li hember Îranê biser bikeve yan na, lê pirsa bingehîn ew e ku Washington amade ye çend milyar dolarên din xerc bike û çend leşkerên din winda bike da ku di dawiyê de qebûl bike ku nikare nîzama Îranê biguherîne yan îradeya gelê Îranê bişkîne.
Raporta kovara The Atlantic ne ji serkeftinên Amerîkayê, belkî ji qefezbûna (bêrêbûna) li pêşiya rêveberiya Trump diaxive û şiroveya niha jî nîşan dide ku Amerîka ketiye şerekî ku ne armanceke wê ya diyar heye, ne xwedî piştgiriyeke têrker e û ne jî riya derketinê ji bo wê heye, lê bi vê yekê re jî li ser berdewamiya şer israr dike; çimkî qebûlkirina têkçûnê ji bo wê ji berdewamiya şer zehmettir e.
Li hemberî wê, Komara Îslamî ya Îranê ji her demê stûrtir (bihêztir) rawestiyaye; çimkî baş dizane ku yê bêyî armanc û stratejiyeke diyar şerekî dest pê bike, beriya destpêkirina şer, têkçûna xwe nivîsiye.
Dawiya peyamê/
Your Comment